Rîyad-SANA
Şandeya Desteya Taybetmendî û Pîvanan a Sûrîyê bi serokatîya Rêveberê Giştî Yasir Ilêwî, bi rêveberîya navenda “Labortûara Kendavê” (GCC LAB) li Erebistana Siûdîyê re civîya, ku navendeke pispor e di xizmetguzarîyên ceribandin, pişkînîn û pîvandinê de. Di civînê de, rêyên xurtkirina hevkarîyê, bi taybetî di warên pêşxistina pergalên ceribandin û pîvandinê û pevguhertina ezmûnên teknîkî de hatin gotûbêjkirin.
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê îro Duşemê li ser kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku serdana şandeya desteyê ji bo navendê bi armanca agahdarbûna li ser şîyanên wê yên pêşkeftî bû, di nav de binesazîya nûjen û amûrên teknîkî yên pir hûr, her wiha mekanîzmayên kar.
Ilêwî tekez kir ku ev serdan di çarçoveya arasteya desteyê de ye ji bo sûdwergirtina ji ezmûnên herêmî yên pêşeng û geşepêdana binesazîya kalîteyê li Sûrîyê. Wî her wiha amaje bi rola sereke ya laboratûaran di xurtkirina hevrikîya berhemên niştimanî de kir.


