Şam-SANA
Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê duh Sêşemê li Şamê, li otêla El-Şam bi şirketa “Ejad Tech”ê ya Erebistana Siûdî re ji bo pêkanîna sîstemên rêveberîya sazîyane (ERP) peymanek îmze kir. Ev peyman bi amadebûna wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed Enceranî û wezîrê Ragihandin û Teknolojîya Zanyarîyan Ebdilselam Heykel hat îmzekirin.
Peyman yek ji gavên herî girîng e û wê yekê nîşan dide ku wezaret derbasî qonaxa cîbicîkirina projeya veguherîna dîjîtal a sazîyane dibe. Armanca wê jî pêşxistina jîngeha kar a sazîyane ye. Ev yek jî, bi rêya avakirina sîstemeke dîjîtal a tekûz e ku çavkanîyên mirovî, sîstemên darayî, kirîn, rêveberîya projeyan û peyamhinêrîyê, rêveberîya malûmilkan û gilî û daxwazan vedihewîne.
Her wiha armanca projeyê yekkirina rêkar û zanyarîyan, xurtkirina karîgerîya xebatê, piştgirîya biryargirtinê û hêsankirina xizmetguzarî û rêkaran e. Proje bi derbaskirina amûrên zîrekîya çêkirî, analîzên pêşketî û platformên hêsankarîyê yên zîrek pêk tê, bi awayekî ku piştgirîya pêşxistina encamdan û karkirina sazîyane bike û asta kalîteya xizmetguzarîyan bilind bike.











