Terablus – SANA
Odeya Pîşesazî ya Şam û Gundewarê wê û Odeya Bazirganî, Pîşesazî û Çandinîyê ya Terablus û Bakurê Libnanê, li bajarê Terablusê bîrnameyeke lihevkirinê îmze kirin, bi armanca bihêzkirina hevkarîya aborî û pîşesazî, pevguhartina ezmûnan û geşepêdana têkilîyên dualî yên ku dikevin xizmeta berjewendîyên hevpar ên Sûrîye û Libnanê.

Her du alîyan mekanîzmayên berfirehkirina veberhênanê, bihêzkirina şirîkatîya navbera sektora taybet û aktîvkirina danûstandina bazirganî ji bo piştgirîya geşepêdana aborî gotûbêj kirin.
Serokê Odeya Pîşesazî ya Şamê, Mihemed Eymen El-Mewlewî, tekez kir ku ev serdan destpêka rêyeke nû ye ku derfetên berfireh ji bo avakirina hevparîyên rastîn peyda dike.

Ji alîyê xwe ve, serokê Odeya Terablusê, Tewfîq Debûsî, ev hevparî wekî gavekê ber bi hevtemamkirinê li ser bingeha pêbawerîyê dît, û karînên lojîstîk ên Terablusê ji bo piştgirîya projeyên hevpar dîyar kirin.

