Şam-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê piştrast kir ku Sindoqa Serwerî ya Sûrîyê hîmekî ji bo veberhênana sazûmanî raber dike, û hevrikîyê ligel sektora taybet nake, belkû dibe hêzeke palder ji bo geşepêdana aborî. Her wisa amaje bi wê yekê jî kir ku ew ê di siberojê de beşdarî afirandina bi sed hezaran derfetên kar û xurtkirina geşepêdana aborî ya niştimanî bibe.
Bernîyê di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê îro Înê, bi helkefta derbasbûna salekê li ser avakirina sindoqê dîyar kir ku wezaret di hevahengîyeke berdewam de ye ligel rêveberîya sindoqê ya ku xebateke mezin ji bo parastina mal û milkên girîng ji wendabûnê û geşkirina wan kiriye, ku ew mafê Sûrîyan e, û zelal kir ku mal û milk û dahatên wê milkê dewleta Sûrîyê ne.