Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê îro Duşemê ragihand ku bi hevahengîya ligel şirket û sazîyên peywendîdar, 400 tankerên ku zêdetirî 9 milyon û 600 hezar lîtreyên benzînê hildigrin, ber bi parêzgehên cuda cuda yên welat ve bi rê ketine ji bo sotemenîyê bighînin stasyonan.
Wezaretê di rêya kenala xwe ya Telegramê tekez kir ku ew tevgera anîn û belavkirinê bi şev û roj dişopîne, bi awayekî ku aramîya dabînkirina sotemenîyê bo stasyonan xurt bike, her weha da zanîn ku rewşa belavkirinê li parêzgehên cuda cuda bi şêweyekî berdewam, baştir dibe.