Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Koşka Gel li Şamê, civînek li gel nûnerên her du kompanyên Chevron a navdewletî û Power International Holding a Qeterî pêk anî. Di civînê de Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr û Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanya Sûrîyê ya Petrolê Yûsif El-Qeblawî amade bûn.
Di civînê de, Serok El-Şeri’ pîrozbahîya xwe ji bo îmzekirina memoranduma hevtêgihiştinê di navbera Kompanya Sûrîyê ya Petrolê û her du kompanyayên Chevron a Amerîkî ya Enerjîyê û Power International
Holding a Qeterî de dîyar kir. Ev memorandum girêdayî yekem projeya kêlgeha deryayî ye li Komara Sûrîyê. Serok El-Şeri’ hêvîya serkeftinê ji bo projeyê xwest, bi awayekî ku xizmeta sektora enerjîyê û geşepêdana aborî bike.



