Şam-SANA
Îro Sêşemê, li Bajarê Pêşangehan li Şamê çalakîyên rêze-pêşangehên Sûrîyê yên pispor ên sala 2026an, bi beşdarîya nêzî 450 şirketên navxweyî, Erebî û cîhanî, dest pê kirin.
Çalakî ji alîyê Sazîya Teyara ya Pêşangeh û Konferansên Navdewletî ve tê sazkirin, di bin çavdêrîya wezaretên Aborî, Pîşesazî, Karên Giştî û Niştecihkirinê, ligel Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê ya Sûrîyê, û bi amadebûna Wezîrê Karên Giştî û Niştecihkirinê Mustefa Ebdulrezaq û Wezîrê Veguhastinê Ye’rub Bedir, û hejmarek ji nûnerên balyozxaneyên Erebî û bîyanî, têne lidarxistin.
Her weha di nav rêze-pêşangehê de ya ku heta sisêyê Tîrmeha bê de berdewam dike, Pêşangeha Navdewletî ya Sûrîyê ya Avakirin, Avahîsazî û Binesazîyê, Pêşangeha Enerjî, Elektrîk û Otomasyona Pîşesazî (Syria Energy) û Pêşangeha Pîşesazî ya Navdewletî ya Sûrîyê (Sinex) cih digirin.
