Bexda-SANA
Desteya Dergehên Sînorî ya Iraqê, duh Înê, ragihand ku wan dest bi hinartina nefta xam bi rêya dergehê sînorî yê Rebîe – Til Koçer (El-Ye’rubîye) kiriye, bi şandina 70 tankerên petrolê ber bi Sûrîyê ve.
Serokê Desteya Dergehên Sînorî ya Iraqê Omer El-Wailî di daxuyanîyekê de ku ajansa nûçeyan a Iraqê belav kiriye, got: “Ev pêngav destpêkek e ji bo çalakkirina dergehê Rebîe – Til Koçer wekî rêyeke stratejîk ji bo hinartina nefta xam, ev yek dê bibe alîkar di kêmkirina zexta li ser dergehên din de.”
El-Wailî her wiha da zanîn ku kar berdewam e ji bo zêdekirina karîna dergeh, û pêşxistina jêrxane û xizmetên lojîstîk li wir. Wî bal kişand ser wê yekê ku hinartina neftê bi rêya dergehên bejayî vebijarkeke girîng e ji bo cihêrengkirina kanalên bazarsazîyê û kêmkirina metirsîyên ku bi rêyên klasîk ve girêdayî ne.