Şam – SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar biryarek ji bo avakirina Encumena Kar a Sûrî-Hingarî derxist; bi armanca xurtkirina têkilîyên aborî û bazirganî û geşkirina performansa encumenên kar ên hevbeş.
Biryarê di nav xwe de destnîşankirina Mihemed Me’nîye wek serokê encumenê, Xesan El-Terşe û Ela Tilcibînî wek cîgirên wî, Ehmed Berak wek sekreter û Yasir Bîlal wek berpirsê têkilîyên giştî girt; ligel pabendbûna bi pergal û peymanên rêxistinker ên encumenên kar ên Sûrî yên hevbeş.
Ev encumen yekane alîyê fermî yê pejirandî ye ligel Hingarîyayê di bin çavdêrîya Wezareta Aborî û Pîşesazîyê de. Ev gav piştî biryareke wekhev a wezîr di 3yê vê mehê de ji bo avakirina Encumena Sûrî-Misrî bi mebesta xurtkirina hevkarîyê, hat avêtin.