Şam-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê ragihand ku 21 peymanên fermî di 24emîn Pêşangeha Navdewletî ya Buildexê de hatine îmzekirin. Wî destnîşan kir ku peymanên din jî hene ku hîn nehatine eşkerekirin û tekez kir ku kompanyên nû ketine bazara Sûrîyê, ku ev yek nîşana bawerîya zêde ya bi aborîya niştimanî ye.
Wezîr Bernîyê îro Yekşemê di daxuyanîyeke rojnamevanî de piştî serdana xwe ya ji bo pêşangehê got: “Asta beşdarbûna îsal di Buildexê de, rekoreke kalîteyî tomar kir bi hebûna zêdetirî 1400 markeyên bazirganî ji zêdetirî 50 welatan, ku ev belgeya girîngîya zêde ya bi bazara Sûrîyê ye.”
Wezîrê Darayî anî ziman ku ev pêşangeh “yek ji girîngtirîn nîşanên başbûna aborî li Sûrîyê ye, û nîşan dide ku Sûrîye ketiye qonaxeke nû ya jinûveavakirin û geşepêdana domdar.”