Şam-SANA
Sekreterê Giştî yê Enstîtuya Standard û Metrolojîyê ya Welatên Îslamî (SMIIC) Îhsan Ovût tekez kir ku taybetmendîyên helal her du alîyên olî (lihevkirina berheman ligel ehkamên şerîeta Îslamî) û teknîkî (ewlehî û kalîte) digihînin hev. Wî dîyar kir ku ev taybetmendî bawerîya bi berheman xurt dikin û piştgirîya tevgera bazirganîyê di navbera welatên Îslamî û yên cîhanê de dikin.
Ovût di daxuyanîyekê de ji bo peyamnêrê SANAyê dîyar kir ku tevlîbûna welatên endam, di nav de Sûrîye, bo nav sîstema karê teknîkî ya taybet bi taybetmendîyên helal, rê dide wan ku beşdarî amadekirin û geşepêdana pîvanên siberojê bibin. Her wiha ev yek rê dide pejirandina pîvanên enstîtuyê û sepandina wan di asta navxweyî de ku şîyana berhemên niştimanî ji bo gihîştina bazarên ku nêzî du mîlyar bikarhêneran li seranserî cîhanê li xwe digirin, xurt dike.