Şam-SANA
Gera yekem a şêwirên sîyasî yên dualî di navbera Komara Erebî ya Sûrîyê û Dewleta Japonyayê de li Şamê hat lidarxistin.
Wek nûnerên Sûrîyê, şêwirmendê wezîrê derve bo karên Afrîqî-Asyayî Mihemed El-Cefal, kargera karên Afrîqî-Asyayî û Okyanusyayê Neda El-Eswed, û kargerê hevkarîya navneteweyî Quteybe Qadîş di wan şêwiran de beşdar bûn.
Ji alîyê Japonyayê vê, (balyoz) rêveberê giştî yê nivîsgeha karên Rojhilata Navîn û Afrîqayê / cîgirê wezîrê derve yê Japonyayê Keiichi Iwamoto, û berpirsîyarê karên balyozxaneya Japonyayê li Sûrîyê Akihiro Tsuji, ligel hejmarek berpirsîyarên her du alîyan amade bûn.
Her du alîyan peywendîyên dualî û rêyên pêşxistina wan bi taybetî di warên nûnertîya dîplomatîk, hevkarîya geşepêdanê, pevguhertina bazirganî û veberhênanê, û hevkarîya perwerdehî û çandê nirxandin. Her weha nerînên xwe li ser geşedanên herêmî pevguhertin û piştgirîya xwe bo serwerî û yektîya xaka Komara Erebî ya Sûrîyê tekez kirin.
Her du alî li ser xurtkirina hevrêzkarîyê di nav navend û rêxistinên navneteweyî de û domandina şêwirê derbarê mijarên têkildar ên hevpar de li hev kirin.
Alîyê Japonyayî piştgirîya welatê xwe bi hikûmet û gelê wê ve bo Sûrîye û gelê wê di rêya geşepêdan, başbûn û jinûveavakirinê de tekez kir.


