Ehmed El-Hîlalî bo Sana Kurdî:
Hewildanên şandeyê nûnerê Emîd Zîyad El-Eyaş, parêzgerê Hesekê endazyar Nûr El-Dîn Ehmed û tîma serperîştyar a li ser bicihanîna peymana 29ê Kanûna Duyem berdewam in, ji bo çareserkirina dosyaya pergala dadwerîyê li parêzgeha Hesekê.
Di vê çarçoveyê de, rêze civîn ligel wezîrê dadê Dr. Mezher El-Weys û serdozgerê giştî yê Komara Sûrîyê dadwer Hesan El-Turbe hatin lidarxistin. Armanca van civînan gihîştina bi çareserîyên guncaw ku prensîbên serwerîya dewletê û serxwebûna dadwerîyê biparêzin, her wiha proseya tevlîkirina dadweran di dadgeha Hesekê de li gorî yasaya desthilata dadwerî were birêvebirin.