Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şerii mersûma hejmar (135) ya sala 2026an derxist.
Li gorî vê mersûmê wê zêdebûneke bi rêjeya 30 ji sedî (30%) li ser meaşê xanenişînîyê bê dayîn ji bo xwedîyên meaşên ku di bin sîwana qanûnên sîgorte, xanenişînî û sîgorteya civakî de ne.
Ev zêdebûn li ser mûçeyê heqkirî dê ji dema destpêbûna cîbicîkirina vê mersûmê bi dîroka 01.06.2026an were sepandin.

