Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê Telal El-Hîlalî, ligel Serokê Kombenda Karsazên Qeterî Feysel bin Qasim Al Sanî, aso û warên xurtkirina hevkarîya aborî û veberhênana hevbeş di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
Desteyê îro Sêşemê li ser rûpela xwe ya Telegramê ragihand ku ev civîn li Dohaya paytexta Qeterê hat lidarxistin. Di civînê de mijara vekirina rêyên nû ji bo hevkarîyên veberhênanê yên girîng di sektorên cuda cuda de hatin nirxandin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên her du alîyan bike.
Ev gengeşe di çarçoveya xurtkirina têkilîyên aborî yên Erebî de tên kirin, bi mebesta vekirina derfetên nû ji bo hevkarîyên veberhênanê di navbera Sûrîye û Qeterê de, ku piştgirîyê bide geşepêdana aborî û berjewendîyên her du welatan pêk bîne.