Şam-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê piştrast kir ku ragihandina Serokê Amerîkayê Donald Trump a agahdarkirina Kongreyê derbarê nîyeta xwe ya rakirina navê Sûrîyê wek “Dewleteke Piştgira Terorê”, qonaxeke dîrokî nîşan dide ku mizgînîya serdemeke nû ya geşepêdan, werar û derfetan ji bo gelê Sûrîyê dide.
Wezîr Bernîyê di postekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê duh Çarşemê dîyar kir ku biryara Serok Trump rûpeleke nû li pêşîya aborîya Sûrîyê vedike, û rê ji bo xurtkirina veberhênanê, lezkirina başbûna aborî, û jinûvetevlîbûna Sûrîyê di aborîya cîhanî de amade dike.
Wezîrê Darayî pêzanînên xwe ji bo dîplomasîya Sûrîyê û wan hewldanên ku li pişt perdeyê bi dilsozî û canfîdayî ji bo bidestxistina vê destkefta dîrokî hatine kirin anî ziman. Her wiha di avêtina vê pêngava girîng de, spasîya Dewletên Yekbûyî û serokatîya wê kir.