Şam – SANA
Parêzgarê Banka Navendî ya Sûrîyê, Ebdulqadir El-Husrîye, tekez kir ku destpêkirina Bazara Şamê ya Dirav û Zêr, wekî qonaxeke dîrokî ji bo reforma darayî ye, ku ev yek di çarçoveya bicihanîna biryara bi hejmar 189 a sala 2025an de tê. Armanca vê projeyê birêxistinkirina guhertina diravî bi rêya platformeke elektronîk a şefaf e, ku li gorî pîvanên navneteweyî be, da ku sektora darayî ya Sûrîyê bi pergala cîhanî re were yekkirin.
Sîyaseta nû pişta xwe bi dîyarkirina nirxê pevguhertinê li gorî daxwaz û pêşkêşkirinê ve girêdide, ku tê de Banka Navendî karê birêxistinkirina bazarê û parastina wê ji mizeyidê digire ser milê xwe. Her wiha ev rêkar dîyarkirina nirxê neftê li hundirê welat bi diravê niştimanî, û radestkirina hewaleyên derve bi lîreya Sûrîyê ligel rêjeya nermbûnê ku digihîje 15%, li xwe digirin.
Banka Navendî bi rêya van rêkaran hewl dide aramîyeke darayî pêk bîne ku debara jîyana welatîyan biparêze û şaşîyên raborî çareser bike. Plan di nav xwe de pêşnîyarekê ji bo avakirina komeleyeke guhertina diravî dihewîne ku pabendî pîvanên pîşeyî û têkoşîna li dijî spîkirina pereyan be, bi armanca xurtkirina bawerîya bi aborîya niştimanî û piştgirîkirina qonaxa başbûnê.