Şam – SANA
Îro Duşemê yekem karwanê tranzît yê ku ji Tirkîyê dihat ber bi Iraqê ve, di her du dergehên Sûrîyê yên Girê Spî û Til Koçerê re derbas bû, bi armanca geşkirina tevgera bazirganî û veguhastina herêmî, û çespandina rola Sûrîyê wekî korîdoreke lojîstîk li herêmê.
Rêveberê Têkilîyan di Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan de Mazin Elûş tekez kir ku ev derbasbûn di çarçoveya pêngavên desteyê de tê ji bo çalakkirina korîdorên tranzît ên navdewletî û zincîreyên dabînkirinê, û destnîşan jî kir ku kar ji bo hêsankirina rêkarên gumrikî û bilindkirina amadebaşîya xebatê berdewam e, da ku herikîna birêkûpêk a barhilgir û kelûpelan were misogerkirin.
Dergehê Til Koçer-Rebî’e di 24ê Nîsana borî de hatibû vekirin, bi amadebûna serokê desteyê Quteybe Bedewî, nûnerê serokatîyê Zîyad El-Ayiş, parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir El-Dexîl û serokê dergehên Iraqî Umer El-Wailî, ev jî li pey peymana 29ê Kanûna Paşîn a ligel “HSD”ê pêk hat.


