Şam-SANA
Rêveberê Îdareya Hevkarîya Navdewletî li Wezareta Derve û Koçberan Quteybe Qadîş, îro Yekşemê bi şandeyeke Brîtanî ya payebilind re ku Balyoz Barry Peach û Serokê Daîreya Sûrîyê ya Wezareta Karên Derve, Komonwelt û Geşepêdanê ya Brîtanyayê David Hunt li xwe digirtin, asoyên hevkarîya dualî û hewldanên hevbeş gotûbêj kirin.
Her wiha her du alîyan xurtkirina têkilîyên dualî, bilindkirina asta hevahengîyê di warên geşepêdanê de, û berfirehkirina piştgirîyê da ku sektorên jînwerî li xwe bigire —ku di serî de enerjî, av, tenduristî û perwerde ne— ji bo amadekirina jîngeheke aramîya domdar, gotûbêj kirin. Ji alîyekî din ve jî, nêrîna vegera penaberan û dabînkirina bingehên sereke û xizmetguzarîyên pêwîst ji bo vegereke birûmet, giftûgo kirin.
