Şam-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê performansa darayî ya budceya giştî ya dewletê ya sala 2025an ragihand. Ev wekî tekezîyê li ser rêbaza zelalîyê di weşandina daneyên darayî, çavkanîyên dahatên giştî û xercîyên hikûmetê de hat kirin. Bernîyê destnîşan kir ku di çarçoveya bicihanîna budceya sala 2026an de dê raporên demkî werin weşandin.
Wezîr Bernîyê di parvekirinekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê êvara roja Duşemê dîyar kir ku tevahîya xercîyên giştî di sala 2025an de gihîştiye nêzîkî “379.2” milyar lîreyên Sûrî yên nû (ku dike 3.447 milyar dolar). Ev rêje li gorî sala 2024an bi qasî %45.7 zêde bûye. Wî eşkere kir ku para herî mezin a xercîyan ji bo meaş û mûçeyan hatiye veqetandin ku %41ê tevahîya budceyê ye.
Her wiha daneyên wezaretê nîşan didin ku tevahîya dahatên giştî di sala 2025an de gihîştiye derdora “384.2” milyar lîreyên Sûrî yên nû (3.493 milyar dolar). Ev yek zêdebûneke mezin a bi qasî %120.2 li gorî sala 2024an nîşan dide. Bacên gumrikê %39ê dahatan pêk anîne, ku ev encama başbûna tevgera aborî û xurtkirina têkoşîna li dijî gendelîyê ye.
Budceyê zêdehîyeke (fayîz) piçûk a bi qasî pênc milyar lîreyên Sûrî yên nû (46 milyon dolar) bi dest xist. Ev yekem zêdehî ye ji sala 1990î ve, ku dike %0.15 ji Berhema Navxweyî ya Giştî (ku di sala 2025an de 30.6 milyar dolar e). Ev di demekê de ye ku di sala 2024an de kurtanîneke bi qasî %2.7 hebû.
Wezaretê li gorî kanala xwe ya Telegramê tekez kir ku ev zêdehîya piçûk encama birêvebirina rast û rêkxistî ya malê giştî ye, tevî têkoşîna li dijî gendelî û windakirina malê dewletê. Wezaretê dîyar kir ku zêdehî di dawîya sêmeha sêyem de gihîştibû nîv milyar dolarî, lê di sêmeha çarem de gav bi gav kêm bû ji ber zêdebûna hinek babetên xerckirinê û dayîna deynên berê.
Li gorî daxuyanîya wezaretê, tê texmînkirin ku xerckirina giştî di budceya sala 2026an de bigihîje “10.516” milyar dolarî, ango sêqatî xerckirina sala 2025an. Di vê budceyê de, dê giranîyê bidin ser xerckirinên civakî û veberhênanê. Her wiha tê pêşbînîkirin ku budceya sala 2027an hîn zêdetir bibe ji bo fînansekirina projeyên geşepêdanê, avakirina welat û bernameyên têkoşîna li dijî hejarîyê.
Li alîyê din, tê texmînkirin ku tevahîya dahatên giştî di sala 2026an de bibe nêzîkî 8.716 milyar dolar. Dahatên petrol û gazê %28ê vê tibabê pêk tînin û hemû rasterast dikevin nav budceya giştî ya dewletê.
Wezaretê her wiha da zanîn ku ew dê di rojên pêş de hûrgulîyên zêdetir ên derbarê budceya sala 2026an de ku ji bo welatîyan girîng in biweşîne. Biryar e meha bê dest bi amadekirina budceya sala 2027an bê kirin da ku di sêmeha dawî ya sala 2026an de di Encumena Gel de were gotûbêjkirin.