Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Fêrkirinê bi hevkarîya Sazîya Almanî ya Hevkarîya Navneteweyî (GIZ) îro Yekşemê, komxebatek li ser pêşîneyên pîşe û pisporîyan û mekanîzmayên nûkirin û lihevhatina bi hewcedarîyên bazara kar re, bi beşdarîya rênîşanderên pispor ên perwerdeya pîşeyî û teknîkî ligel nûnerên odeyên pîşesazîyê li dar xist.
Nirxandina Ketwarê Perwerdeya Pîşeyî û Dîyarkirina Pêşîneyan
Komxebata ku li avahîya Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya li Şamê pêk hat, pêşkêşkirina encamên nirxandina sîstema perwerde û rahênana pîşeyî û destnîşankirina valahîyên wê li xwe girt. Her wiha lêkolînkirina hewcedarîyên jinûveavakirinê, rêyên pêkanîna geşepêdana aborî û dîyarkirina pêşîneyên pîşeyên ku piştgirîya aborîya niştimanî dikin hatin gotûbêjkirin.
Wezîr Mihemed Ebdulrehman Tirko di dema komxebatê de tekezî li ser girîngîya geşkirina sîstema perwerdeya pîşeyî û teknîkî, nûkirina rêbazên xwendinê û geşkirina rahênana pratîkî kir, bi awayekî ku li gorî daxwazên bazara kar be û asta şîyana xwendekarên derçûyî bilind bike.
Stratejîya Pêşxistina Perwerdeya Pîşeyî
Rêvebera Perwerdeya Pîşeyî û Teknîkî li Wezareta Perwerde û Fêrkirinê Sewsen Heristanî ji SANAyê re eşkere kir ku serkeftina vê perwerdeyê bi lihevhatina wê ya bi bazara kar re girêdayî ye, û bal kişand ser destpêkirina geşepêdanê bi hevahengîya ligel odeyên pîşesazîyê û kerta taybet ji bo dîyarkirina pîşeyên daxwazkirî û valahîyên pisporîyan.
Her wiha anî ziman ku plana geşepêdanê nûkirina rêbazên xwendinê, amadekirina kadroyan, baştirkirina alavan, û lêkolînkirina egera sepandina sîstema perwerdeya dualî (du roj li şirketê û sê roj li dibistanê) bi şirîkatîya ligel kerta hilberînê li xwe digire, da ku xwendekar behreyên pêwîst bi dest bixin û piştî derçûnê yekser ji bo kar amade bin.
Mekanîzmayên Xurtkirina Modela Perwerdeya Dualî
Şêwirmendê perwerdeya pîşeyî li Sazîya Almanî ya Hevkarîya Navneteweyî Hemze El-Yûsif dîyar kir ku sazîyê bi hevkarîya ligel Rêveberîya Perwerdeya Pîşeyî ya li Sûrîyê, nirxandineke giştî ji bo sîstemê li ser bingeha vekolîna lêkolîn û çavkanîyan pêk anîye, ji bo dîyarkirina astengîyên vê kertê û danîna hêlên çaksazî û geşkirina wê.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku komxebat pisporan ji bo dîyarkirina pîşeyên xwedî pêşengî yên girêdayî jinûveavakirinê û hewcedarîyên bazara kar kom dike, tevî gotûbêjkirina mekanîzmayên xurtkirina modela perwerdeya dualî ya ku xwendina teorîk û rahênana pratîkî li hundirê şirketan û sazîyan digihîne hev.
Zêdekirina Daxwaza li ser Perwerdeya Pîşeyî
Ji alîyê xwe ve, cîgirê serokê Odeya Pîşesazîya Hemayê Mihemed El-Xalid bal kişand ser wê yekê ku binesazîya dibistanên pîşeyî pêdivî bi geşepêdan û piştgirîyê heye ji bo baştirkirina alav û xizmetguzarîyên wan, û tekezî li ser girîngîya bilindkirina asta şîyan û geşkirina behreyên mamosteyan kir da ku li gorî bazara kar a nûjen be.
El-Xalid dîyar kir ku hejmara kesên tevlî sîstema perwerdeya dualî bûne hîn jî kêm e, ku ev yek xurtkirina çanda wê û dabînkirina handaneke hander ji bo xwendekaran dixwaze, da ku bazara kar bi şîyanên amadekirî re were dabînkirin.
Di heman çarçoveyê de, Wezareta Perwerde û Fêrkirinê û rêxistina “GIZ” di 12ê Mijdara borî de, rêyên xurtkirina hevkarîyê ji bo geşkirina perwerdeya pîşeyî û nûkirina rêbazên xwendinê ji bo lihevhatina bi hewcedarîyên bazara kar re gotûbêj kiribûn.


