Şam- SANA
Sazîya Navendî ya Çavdêrîya Darayî, eşkere kir ku di sala 2025an de, pêlîstin û sextekarî di belgeyên wergirtina bacên firotina xanîyan de li Rêveberîya Darayî ya Kisweyê li gundewarê Şamê, bi bihayê nêzîkî 2.5 milyar lîreyên Sûrî yên kevn, hatine kirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya sazîyê, zelal kir ku ev dosya di dema kontrolkirina hesaban û jimartina pereyên di sindoqan de hat eşkerekirin; dema hat dîtin ku cudahî di navbera daneyên li Rêveberîrîya Darayî ya Kisweyê hatine tomarkirin û yên li Desteya Giştî ya Baceyan hatine tesbîtkirin de heye.
Piştî lêpirsînê, hat xuyakirin ku yek ji bacgiran bi alîkarîya tomarkarê daneyan, bi hejmara tiştên hatine firotin lîstiye û nirxê baca li ser wan kêm kiriye; belgeyeke ku bihayê rasteqîn li ser hatiye nivîsandin didan welatî, lê di heman demê de daneyên sexte û kêmtir ji hejmara tiştên firotî li ser kompîturê qeyd dikirin û ferqa pereyan ya ku divabû bo desteyê bê radestkirin, didizîn.
Berpirsîyarî ket stuyê serokê şaxê dahatê û bacgirê ku ji bo tomarkirina daneyan hatibû erkdarkirin; her du bi tawana sextekarî û dizîya samanê giştî bo dadgeha peywendîdar hatin veguhastin, ligel ferzkirina destdanîna li ser hemû mal û milkên wan ên veguhastî û neveguhestî wek garantîya vegerandina wan pereyan.