Heseke-SANA
Cîgirê Wezîrê Aborîyê Mahir El-Hesen sîloyên genim li Hesekê kontrol kirin, ji bo dîtina amadebaşîya navendên depokirinê ji bo wergirtina werza genim a sala 2026an.
El-Hesen sîloyên Sebah El-Xeyr û Meylabîyê kontrol kirin, û tekezî li ser pêwîstîya amadebaşîya wan berî paleyîyêû nûjenkirina sîloyên rawestîyayî kir. Her wiha fermana dabînkirina hemû hêsankarîyan ji bo cotkaran da, da ku wergirtina berhemê bi kalîteyeke bilind were misogerkirin ji bo xurtkirina ewlehîya xurekê.
Ev serdan di çarçoveya hewldanên Wezareta Aborî û Pîşesazîyê de tê ji bo şopandina rewşa sîlo û sîlokan, wek amadekarîyek ji bo wergirtina werza genim a sala 2026an.



