Şam-SANA
Banka Navendî ya Sûrîyê rastîya nûçeyên ku li ser hin torên civakî derbarê derxistina pereyekî dîjîtal ê nû yan her tiştekî din ên ku têne belavkirin, çi yên girêdayî Lîreya Sûrî yan jî pereyên din, red dike.
Bankê îro di daxuyanîyekê de piştrast kir ku her çalakî yan ragihandineke têkildarî derxistina pereyekî nû yan amûrên diravî û darayî, tenê dikare ji alîyê wê ve bi awayekî fermî û bi rêya kanalên wê yên pejirandî were weşandin û tekezî li ser pêwîstîya hûrbînî û rastgoyîyê kir.
Bankê di daxuyanîyeke berê de tekez kiribû ku ew bi hevkarîya alîyên têkildar di bicihanîna plana guhertina pereyan de berdewam e û destnîşan kiribû ku ew alîyê destûrdayî yê tenê ye ji bo belavkirina agahîyên têkildarî vê mijarê û tiştên ku li ser platformên nefermî têne belavkirin bê bingeh in û dûrî rastîyê ne.