Şam – SANA
Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê karkirina bi giştînameya jimare 18 ya taybet bi sektora pêşxistina eqaran ragirt, heta ku civînek ligel xwedîyên projeyan were lidarxistin da ku bigihîjin çareserîyên lihevhatî yên ku piştgirîya plana pêşxistina eqaran dikin.
Desteyê duh Sêşemê di parvekirinekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand: Biryara ragirtina demkî wek bersivekê ji bo daxwaza hemû alîyên peywendîdar ên sektora pêşxistina eqaran hat.
Desteya Veberhênanê giştînameyek derxist ku pêşxerên xanûberan mecbûr dike ku di rewşa nebûna moletan de karên xwe yekser rawestînin, ligel pêdivîya temamkirina rêkarên yasayî (avakirin û bazarkirin) di nav 15 rojan de ji bo serrastkirina rewşa projeyên wan.