Şam-SANA
Rêveberê Têkilîyên Dezgehane li Kompanya Petrolê ya Sûrîyê, Sefwan Şêx Ehmed, tekez kir ku belgeya lihevkirinê ya ku ligel her du kompanyên Chevron û Power International Holding hatî îmzekirin, rê li ber destpêkirina lêkolînên teknîkî yên taybetmend di warê lêgerîna petrol û gazê ya di deryayê de vedike, ku biryar e di nava du mehan de ji dîroka îmzekirinê dest pê bikin.
Wî dîyar kir ku ev belge çarçoveyeke giştî ye ji bo hevkarîya teknîkî û lêkolînên destpêkê; bi mercê ku karên nirxandinê bi beşdarîya pisporan bên encamdan, û li gorî encaman, eger nîşaneyên teknîkî û aborî erênî bin, dibe ku di nava heşt mehan de ev belgeya lihevkirinê bibe peymaneke cîbicîkirinê.
Her wiha amaje kir ku Sûrîye xwedîya pênc blokên deryayî yên lêgerînê ye di navbera Tertûs û Laziqîyê de, û dê yek ji wan wek qada xebata hevbeş bê dîyarkirin.
Di dawîyê de tekez kir ku girîngîyeke stratejîk a vê projeyê heye, ji ber ku pisporîyên cîhanî tîne nav welat, şîyanên neteweyî ava dike, û bingehên zanistî ji bo veberhênana samanên deryayî datîne, ku ev yek dê ewlehîya enerjîyê xurt bike û piştgirîya geşepêdana aborî ya pêşerojê bike.