Waşington-SANA
Serokê Rêveber ê Şirketa Petrolê ya Sûrîyê Yûsif Qeblawî, girîngîya jinûveavakirina sektora petrolê wekî gaveke bingehîn ji bo lezkirina vejîna aborî tekez kir, û bal kişand ser pêdivîya sûdwergirtina ji ezmûnên navneteweyî di vê qadê de.
Kanala Şirketê li ser Telegramê îro Înê ragihand ku Qeblawî beşdarî “Sempozyûma Enerjîyê ya Amerîkî-Sûrî” bûye. Wî di dema beşdarbûna xwe de derfetên veberhênanê yên di sektora enerjîyê ya Sûrîyê de pêşkêş kirin û tekezî li ser çûna ber bi jîngeheke kar a bi bandortir û zelaltir kir.
Sektora petrol û xazê li Sûrîyê, piştî wan dijwarîyn mezin ên ku di salên borî de rûbirû bûbû, niha şahida hewldanên berdewam e ji bo vejenandin û geşepêdanê, tevî xurtkirina hevkarîyê bi şirîkên navneteweyî re û kişandina veberhênanan.