Şam-SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê biryarek derxist ku tê de maweyên sererastkirina deyn û hêsankarîyên kredîyê yên asêmayî li cem bankên giştî ji bo meheke din tê dirêjkirin, ev biryar li ser bingeha bendên mersûma hejmar /70/ ya sala 2026an hat dayîn.
Wezareta Darayî îro Çarşemê di kanala xwe ya Telegramê de ragihand: Ev biryar di çarçoveya girîngîdana bi daxwazên deyndarên asêmayî de tê, da ku demeke zêdetir ji wan re were peydakirin ji bo sererastkirina rewşa xwe ya darayî û mifagirtina ji hêsankarî û rênimayên ku di mersûmê de hatine dîyarkirin.
Armanca vê dirêjkirinê ew e ku rê bide hejmareke mezintir a deyndaran da ku karûbarên sererastkirinê temam bikin û deynên li ser milê xwe bidin, ev yek jî alîkarîyê dide çareserkirina dosyayên asêmayî û baştirkirina asta komkirina deynan di bankên giştî de.