Şam-SANA
Alîkarê Serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan ji bo karûbarên gumrikê Xalid El-Berad, li dergeha sînorî ya Nesîbê bi hejmarek şofêrên barhilgirên Sûrî re civîya, ji bo gotûbêjkirina mekanîzmaya bicihanîna biryara dawî ya têkildarî birêxistinkirina tevgera barhilgiran di navbera Sûrîye û Urdunê de û bandorên wê li ser karê şofêran û sektora veguhastina bejayî.
Di civîna ku duh Înê hat lidarxistin, li gorî kanala Desteyê ya li ser Telegramê, El-Berad tekez kir ku rêkeftina di navbera her du alîyên Sûrî û Urdunî de hatiye îmzekirin, rê dide barhilgirên Sûrî yên bi kelûpelên bi eslê xwe Sûrî barkirî ne ku rasterast derbasî axa Urdunê bibin bêyî veguhastina bar ji barhilgirekê bo yeke din.
El-Berad di dawîya civînê de tekez kir ku Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan bi awayekî meydanî şopandina cîbicîkirina vê biryarê bi hevahengîya alîyên pêwendîdar re dike, daku bicîhanîna wê ya rast û bidestxistina berjewendîya xwestî ji bo sektora veguhastinê û şofêrên Sûrî misoger bike.
Her wiha tekezî li ser berdewamîya peywendîyan bi şofêr û alîyên çalak di sektora veguhastinê de hat kirin, bi awayekî ku di piştgirîkirina vê sektora girîng û baştirkirina mercên kar tê de bibe alîkar.


