Şam – SANA
Wezîrê Aborîyê Nîdal El-Şear biryarek ji bo avakirina “Encumena Karsazîyê ya Sûrî-Îtalî” bi serokatîya Mihemed Enîs Qelem, da. Ev encumen dê bibe yekane alîyê fermî yê pejirandî ji bo xurtkirina hevkarîya aborî ya di navbera her du welatan de.
Wezîr Nîdal El-Şear Encumena Karsazîyê ya Sûrî-Libnanî jî ava kir, wekî bicîhanîna biryara berê ya damezirandina “Encumena Sûrî ya Hemahengîya Encumenên Karsazîyê yên Hevbeş”. Ev sazî dê bibe sîwana fermî û rêkxerê karên hemû encumenên aborî yên ligel welatên cîhanê.