Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê îro Yekşemê ragihand ku di çarçoveya plana dabeşkirina rojane ya berdewam a berhemên petrolê de, ji bo piştgirîya stoka benzînxanyan û dabînkirina daxwaza li ser vê madeyê li parêzgehan, barên benzînê ji her du navendên dabeşkirinê yên li Banyas û Himsê ber bi parêzgehên cuda cuda yên Sûrîyê ve bi rê ketine.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku kompanî û sazîyên peywendîdar ên kerta sotemenîyê berdewam in di cîbicîkirina operasyonên dabînkirin û dabeşkirinê de li gorî plana pejirandî.
Di heman demê de, Wezareta Enerjîyê, bi rênimayîyên rasterast ji alîyê Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr ve, tevgera dabeşkirina madeyê bi awayekî meydanî û şev û roj dişopîne, da ku gihîştina bilez bo benzînxanyan û berdewamîya herikîna dabînkirinê li parêzgehên cuda cuda were misogerkirin.




