Şam-SANA
Wezîrê Çandinîyê Emced Bedir bi Koordînatora Mirovî ya Niştecih a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûrîyê Nathalie Fustier re, rêyên hevkarîya hevbeş di mijarên pûçkirina mînan û bermahîyên şer de gotûbêj kirin. Her wiha mekanîzmaya derbasbûna ji piştgirîya awarte ber bi ya mayînde ve di sektora çandinîyê de û hêsankirina vegera koçberan bo gundên wan nirxandin.
Wezîr Bedir di civîna ku îro Çarşemê li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat de, tekezî li ser giringîya nûjenkirina jêrxaneya çandinîyê, amadekirina şitilgehên biber û zêdekirina karîna wan a hilberînê kir. Her wiha dabînkirina vaksînên veterînerîyê û êm wek pêngavên giring ji bo aramîya sektora çandinîyê destnîşan kir.
Ji hêla xwe ve, Nathalie Fustier amadehîya NY ji bo pêşkêşkirina piştgirîyê nîşan da û dîyar kir ku girîngîdana bi sektora çandinîyê bingeheke sereke ye ji bo vegera koçberan bo gundên wan, tevî peydakirina jîngeheke aram û paqijkirina herêman ji şûnmayên şer û mînan.


