London-SANA
Lêkolîneke aborî ya nû ku îro Pêncşemê hat weşandin, nîşan dide ku kompanyên Brîtanî di vê mehê de rekora herî bilind di lêçûnên hilberînê de tomar kirine. Ev yek wekî nîşana zêdebûna fişarên enflasyonê tê dîtin ku dibe di dema bê de bandorê li ser bihayên giştî bike, nexasim ji ber bandora şerê li Rojhilata Navîn li ser aborîya cîhanê.
Kompanya “S&P Global”ê ragihand ku îndeksa bihayên “input”ê (têçûnên destpêkê) di nav Indeksa Rêveberên Kirînê (PMI) ya Brîtanyayê de, mezintirîn zêdebûna mehane ji dema destpêkirina komkirina daneyan berî 28 salan tomar kiriye. Ev gihîştîye asta herî bilind ji dema pêla enflasyona mezin a ku aborîya Brîtanyayê di dawîya sala 2022an de dîtibû.
Di heman çarçoveyê de, indeksa “PMI” ya pêkhateyî (ku çalakîya sektorên pîşesazî û xizmetguzarîyê dipîve), di meha Nîsanê de gihîşt 52 xalan, di demekê de ku di meha Adarê de 50.3 xal bû. Ev hejmar ji pêşbînîyên ajansa “Reuters”ê (49.9 xal) zêdetir e.
Her wiha daneyan nîşan da ku indeksa sektora xizmetguzarîyê gihîştîye 52 xalan (li hember 50.5 di Adarê de). Indeksa sektora pîşesazîyê jî gihîşt 53.6 xalan, ku ev asta herî bilind e ji Gulana 2022an ve; sedema vê yekê jî hinekî vedigere astengîyên di zincîreyên dabînkirinê de.