Şam-SANA
Pereyê nû yê Sûrîyê ku berî çend rojan hat ragihandin, karîbû sembolên niştimanî û erka dîtbarî ya nûjen bîne cem hev. Di dîzayna wî de gelek cureyên çandinîyê hatine dîtin, çi gîya bin çi jî zindîwerên ku bi jîngeha Sûrîyê navdar in.
Danîna simbilên genim li ser mezintirîn beşa pereyê Sûrîyê wateyên kûr ên niştimanî û civakî hildigire. Hilbijartina pembo wekî sembolekê li ser pereyan, girîngîya vê berhema pîşesazî di piştgirîya aborîya niştimanî û bilindkirina nirxê hilberînê de nîşan dide.
Lê zêdekirina “Gula Şamê û Tûya Şamê” alîyekî çandî û şaristanî hildigire. Gula Şamê mîrateyeke çandî û civakî ye û berhemeke aborî ya sereke ye ji bo cotkaran. Dara zeytûnê û çeqilên wê jî nûnertîya gelek nirxên aştî, jîyan û girêdana bi erdê re dikin.
Her wiha fêkîyên tirş wekî berhemeke aborî ya sereke ji bo bi hezaran malbatên Sûrî têne hesibandin. Fêkîyên tirş ên Sûrîyê sembola hilberîna niştimanî ne ku kar û berhema li gelek parêzgehan nîşan dide.
Tîmê dîzayna pereyê Sûrîyê yê nû çend zindîwerên ji jîngeha Sûrîyê li herêmên wê yên cuda hilbijartine, wekî: Perperok, xezala Rîm, hespê resen ê Erebî, tîvil û beytikê malan.
Wezîrê Çandinîyê dîyar kir ku girîngîya dîzayna pereyê nû di wê yekê de ye ku wêneyên kesan an sembolên kesayetî li ser nînin, lê hêmanên nîşander hene ku wekhevîya di navbera pêkhateyên gelê Sûrîyê de tekez dikin.
Hêjayî gotinê ye ku Sûrîyê di sala 2026an de dest bi bikaranîna pereyê nû kir, ku herî dawî ji hêla Serok Ehmed El-Şeri’ û Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Huserîye ve di merasîmekê de li Qesra Konferansan a Şamê hatibû nasandin.