Şam – SANA
Mihemed Yusir Bernîye, Wezîrê Darayî yê Sûrîyê, du biryar ji bo hilweşandina Yekîtîya Kompanîyên Sîgorteyê û Yekîtîya Wekîl û Navbeynkarên Sîgorteyê derxistin, ku ev yek di çarçoveya stratejîyeke neteweyî de ye bi armanc pêşxistina sektora temînê û xurtkirina rola wê di xizmeta aborî û pêşketinê de.
Wezîr tekez kir ku ev gav bi armanca çaksazkirina sektora sîgorteyê, xurtkirina hukumranîyê, jinavbirina gendelîyê û bikaranîna pîvanên cîhanî ye, ku ev yek dê bibe gaveke mezin ji bo pêşxistina bazara sîgorteyê li Sûrîyê.