Waşington-SANA
Piştî ku Rûsyayê ji bendera Novorossiysk dest bi hinardekirina petrolê kir, ku du rojan lê hatibû rawestandin, nirxê petrolê îro daket.
Nirxê petrola xam Brent %0.9 daket û gihişt 63.75 dolar ji bo her bermîlekê, di heman demê de petrola xam ya West Texas a Amerîkayê %1.1 daket û gihişt 59.42 dolar ji bo her bermîlekê.
Nirxê petrolê îna borî zêdetirî 2% bilind bû, ji ber rawestandina hinardekirina petrolê ji alîyê Rûsyayê ve, ku bandor li ser nêzîkî 2% ji dabînkirina petrola cîhanî kir.