Şam-SANA
Toza komirê, av, şîrêza Erebî û piçek hingiv; ev pêkhateyên ku xwerû xuya dikin, ximaveke taybet çêkirine ku şopa wê di wan destnivîsan de maye ku li ber demê li ber xwe dane.
Vê ximavê di nav rêzikên xwe de bîrewerîya gel û şaristanîyên ku bi sedsalan berdewam kirine, parastiye.
Li pişt vê reçeteyê rêwîtîyeke dirêj heye; rêwîtîyeke ku bi nîgarkêşana microvan li ser dîwarên berqefan dest pê kir, paşê di ser zinar, çerm û parçeyan re derbas bû û gihîşt kaxezê da ku nivîsandin veguhere cureyekî hunerê.
Helbestvan û Xweşnivîs Selah El-Xidir di axaftina xwe ya ji bo SANAyê de, qonaxên vê rêwîtîyê şirove dike û raz û nehênîyên çêkirina mirekeba Erebî û geşedana xetê ji amûreke tomarkirinê ber bi hunereke nûjen û parastina agahîyan ve eşkere dike.
Ji nîgarkêşana ser zinaran ber bi tomarkirina li ser çerm ve
El-Xidir dîyar kir ku nîgarên li ser dîwarên şikeftan di şaristanîyên pêşîyan de, qonaxeke zû ya dîroka tomarkirinê bûn berî ku veguherin sembol û nîşanan.
Wî destnîşan kir ku civakan piştre dest bi belgekirina hûrgilîyên jîyana xwe (mîna nêçîrvanî, çandinî û pîşesazîyên seretayî) bi rêya van sembolan kirin.
Ximava Erebî çawa tê çêkirin?
Li gorî El-Xidir, çêkirina hibira Erebî ya kevneşopî pêvajoyeke aloz e ku bi rojan dikişîne. Ev kar bi bidestxistina toza dûmanê ku ji şewitandina daran derdikeve, dest pê dike.
El-Xidir amaje bi girîngîya hilbijartina cureyê darê kir û got ku divê di dema şewitandinê de madeyên rûnî yan madenî neyên bikaranîn.
Piştre ev “toz” bi avê re tê têkelkirin, tê kelandin û parzûnkirin da ku ji her cure gemaran pak bibe. Di qonaxa din de şîrêza Erebî û madeyên din lê tên zêdekirin da ku ximav li ser kaxezê bi cih bibe.
Wî eşkere kir ku hingiv ji bo nermbûna nivîsandinê û rûnên bêhnxweş û ava dilopandî jî ji bo ku hibir ji bo demeke dirêj têk neçe, tên bikaranîn.
Ximava ku li hemberî demê li ber xwe dide
El-Xidirê hozanvan destnîşan kir ku ji ber ku mirekeba Erebî ya kevneşopî ji hêmanên xwezayî pêk tê, xwedî şîyaneke mezin a berxwedanê ye.
Wî amaje pê kir ku hin tabloyên ku bi vê ximavê hatine nivîsandin hene ku temenê wan ji 800 salî zêdetir e. Derbarê rengan de jî, El-Xidir got ku rengê sor ji cureyên axê, rengê zer û yên din jî ji kulîlk û gîyayan dihatin wergirtin.
Ji tomarkirinê ber bi hunerê ve
Xêz di destpêkê de tenê amûreke tomarkirinê bû, lê bi dorfirehbûna şaristanîya Îslamî re pêş ket û bû huner.
Xweşnivîs Selah El-Xidir dabaşa navên mezin ên dîroka xetê mîna Ibn Muqle û Yaqût El-Muste’simî di serdema Ebasîyan de kir.
Pêşketin berdewam e
Li gorî Selah El-Xidir, gihîştina qonaxeke pêşketî nayê wateya girtina derîyê nûbûnê. Tiştê ku îro wekî dawîya qonaxekê tê dîtin, dikare bibe destpêka qonaxeke nû di vê rêya dirêj a ku bi nîgar û sembolan dest pê kiribû.
Selah El-Xidir kî ye?
Hêjayî gotinê ye ku Selah El-Xidir zêdetirî 12 dîwanên helbestan ên destnivîs û du berhevokên çîrokan amade kirine.
Di projeyên mezin ên mîna dîwana “Heta peyva dawî” û ensîklopedîya “Afirînerên Ereb” de cih girtiye.
El-Xidir ku ji ber piştgirîya şoreşê ji Sûrîyê derketibû, demeke dirêj li bajarê Nizibê yê ser bi Dîlokê (Gaziantep) li Tirkîyê ma û xebatên xwe li wir domandin.
Piştî hilweşîna rejîma rûxîyayî, Helbestkar û Xweşnivîs Selah El-Xidir vegerîya welat da ku beşdarî vejîna çalakîyên wêjeyî û hunerî bibe.


