Şam – SANA
Wezîrê Çandê, Mihemed Yasîn El-Salih, li Pirtûkxaneya Neteweyî ya li Şamê, pêşangeha pirtûkên zarokan, di bin dirûşma “Nifşek Dixwîne.. Welatek Pêş Dikeve”, bi beşdarîya zêdetirî 30 weşanxaneyên Sûrî, vekir.
Wezîr di axaftina xwe de tekez kir ku armanc ew e ku zarok fêrî xwendineke wisa bibe ku asoyên têgihiştin û azadîya berpirsyar li ber wî veke; bi rengekî ku wî bi erd û zimanê wî ve girê bide bêyî ku xwe dûrî cîhanê bibîne.
El-Salih bal kişand ser rola pirtûka baş di perwerdekirina mirovê afirîner û bîrewer de, yê ku beşdarîyê di avakirina welatê xwe de bike.
Pêşangeh heta 26ê vê mehê berdewam dike, çalakîyên çandî û hunerî li xwe digire, ku tê de şano û pêşbazîyên çandî hene bi armanca xurtkirina çanda xwendinê di nav nifşên nû de.









