Stockholm – SANA
Nivîskarê Sûrî Ebdilwahid Elwanî, endamê Yekîtîya Nivîskarên Sûrî û yê Yekîtîya Nivîskarên Swêdî, di daxuyanîyeke taybet de ji SANAyê re, pêşwazî li biryara Yekîtîya Nivîskarên Ereb a vegerandina endametîya nivîskarên ku ji alîyê rêveberîya berê ya girêdayî rejîma hilweşîyayî ve hatibûn derxistin, kir. Elwanî ev pêngav wek “vegerandina nasnameya niştimanî” ya Yekîtîyê bi nav kir û tekez kir ku ev yek bawerîyê bi vê sazîya çandî ya girîng ji nû ve ava dike.
Bîranîna Qonaxa Rejîma Berê
Di destpêka axaftina xwe de, Elwanî qonaxa berê bi bîr xist û got:
“Min bi xwe di destpêka Şoreşa Sûrîyê de, sala 2011an, nameyeke vekişînê ji Yekîtîya Nivîskaran re ya ku piştgirîya rejîma sûcdar a ku şerê gelê xwe dikir, şandibû.”
Elwanî qala derxistina xwe ya fermî jî kir û wiha domand:
“Di sala 2015an de, endamekî îstixbaratê yê bi navê Nîdal El-Salih bû serokê Yekîtîyê, û yek ji biryarên wî yên pêşîn derxistina min ji Yekîtîyê bû. Vê yekê ez aciz nekirim, berevajî wê, ez gelekî rehet kirim ku ez êdî ne endamê sazîyeke gendel a desthilatê bûm.”
Hêvîyên Siberojê: Sazîyeke Serbixwe û Niştimanî
Bi geşbînî, Elwanî bal kişand ser qonaxa nû û serokê nû yê Yekîtîyê, Dr. Ehmed Casim, û got ku bi vê destpêşxerîyê, “em careke din bawerîyê bi vê sazîyê tînin.”
Derbarê hêvîyên xwe yên ji bo paşeroja Yekîtîyê, Elwanî daxwazên xwe wiha anîn ser zimên: “Em hêvî dikin ku ew bibe sazîyeke serbixwe û parêzvana azadîya raman û gotinê, û li hemberî gendelîya îdarî û darayî parastî be. Her wisa em dixwazin ku ew ji bo hemû nivîskarên Sûrîyê be, bêyî cûdahîya netewe û bawerîyên wan, û dûrî mezhebgerî û îmtîyazên taybet be.”
Azadîya Nivîsandinê, Nîşana Pêşketina Dewletê
Di dawîya daxuyanîya xwe de, Elwanî bal kişand ser wê yekê ku di navbera azadîya nivîskaran û saxlemîya dewletê de girêdanek heye û piştrast kir ku ev mijar ji bo siberoja Sûrîyê xwedî girîngîyeke stratejîk e.
Elwanî gotina xwe wiha qedand:
“Nivîskar û azadîya nivîsandinê, ji nîşanên herî girîng ên başbûna dewletê û berê wê yê ber bi pêşketinê ve ne, û yek ji sedemên bingehîn ên geşbûna afirînerîya rewşenbîrî û şaristanî ne.”