Şam-SANA
Li nîva Şama Kevnar, li cihê ku kevirê kevnar bi ronahîya mozaîkan re hembêz dibe, û dengê minareyan di bîra bajêr de amade dimîne, Mizgefta Umewî wekî yek ji şahidên herî xurt disekine ku dikare dîroka Şamê û ruhê wê yê ku bi sedsalan kûr bûye, kurt bike.
Ji vir, ev avahîya dîrokî ya kevnar hêja bû ku “SANAya Çandî” quncika xwe ya nû ya heftane “Lêdana Mîratê” bi ronîkirina Mizgefta Umewî li Şama kevnar veke, ev yek hevdem e ligel bidestxistina du destkeftan di belgekirina mîrata çandî de, piştî ku ew li lîsteyên ICESCOyê hat zêdekirin, û di tomara mîrata mîmarî û bajarvanî ya Erebî de hat tomarkirin.
Zêdekirina wê li Lîsteya ICESCOyê Piştî 14 salan
Dr. Lîna Quteyfan ji SANAyê re tekez kir ku zêdekirina Mizgefta Umewî, di nav neh şûnwarên Sûrî de, li lîsteya “ICESCOyê”, Sûrîyê, bi hewldanên Wezareta Çandê û Rêveberîya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan, piştî 14 salan vedigerîne nav berbijêrkan.
Şahesera Mîmarîya Umewî û Şahidek li ser Geşbûna Şamê
Mizgefta Umewî, ku ji alîyê Xelîfe Welîd bin Ebdulmelik ve di sala 705an a zayînî de hatiye avakirin, wekî nimûneyeke bêhempa ji mîmarîya Îslamî û navendeke olî û çandî tê hesibandin ku beşdarî di avakirina nasnameya Şamê û cîhana Îslamî de kiriye.
Li gorî Quteyfan, mizgeft di nav tevna bajarvanîyê ya Şama kevnar de li ser lîsteya Mîrata Cîhanî di sala 1979an de hat tomarkirin, ku pîvera tomarkirinê ew wekî şahesereke mîmarîya Umewî û destkefteke hunerî û estetîkî ya awarte hesiband, ligel şûnwarên din ên wekî Kelê, Qesra El-Ezim, dibistan û xanan.
Yekemîn Şûnwarê Sûrî yê Îslamî di Tomara Mîrata Mîmarî û Bajarvanî ya Erebî de
Mizgefta Umewî di tomara mîrata mîmarî ya “ALECSO” de li Beyrûtê di Tîrmeha 2025an de, ligel lîsteyên ICESCOyê, hat tomarkirin, da ku bibe yekemîn şûnwarê Sûrî ku di lîsteyê de di nav 19 şûnwarên Erebî de tê zêdekirin.
Nirxekî Mîmarî û Çandî ku Amadebûna Mîrata Sûrî Tekez Dike
Nirxê mîmarî yê Mizgefta Umewî di dîzayna wê de ya ku herem, hewş û eywanê li xwe digire, û şûnwarên wê yên berbiçav ên wekî Qubeya Nesirê (Eyloyê), Minareya ‘Erûsê (Bûkê), mozaîkên rengîn, û gora Pêxember Yehya (Silavên Xwedê lê bin) de tê xuyakirin.
Mizgeft bi dîroka xwe ya ku bi hezaran salan dirêj dibe, bîreke gîyanî û cîgehî (mekanî) pêk tîne ku dîroka Şamê kurt dike, û şahidek e li ser pêşketina mîmarîya Îslamî û kûrahîya şaristanî ya Sûrîyê, ku ev yek tekezîyê li ser pêwîstîya parastina vê mîrata mirovî ji bo nifşên paşerojê dike.


