Bireveberîya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyan ragihand ku wê sibe Duşembê û bi boneya roja cîhanî ya mûzexaneyan derîyê xwe li ber mêvanan veke.
Bireveberîyê di Rêya malpera xwe ya fermî de dîyar kir ku dê pêşwazîya mêvanan wê di nav dewama fermî de ji demjimêr heyşt û nîvê sibeha ta çarê esir be. Ji xwe armanca vê gavê handankirina welatîyan ji bo serdana mûzexaneyan û naskirina mîrata şaristanî û çandî ya Sûrîyê ye.
Rêveberîya Giştî ya Şûnwar û Mûzexaneyan bang li gel kir ku serdana muzexaneyên ku li parêzgehên cuda belavbûyî ne bikin û gencîneyên kevnar ên ku kûrahîya dîrok û dewlemenîya şaristanîya Sûrîyê nîşan didin vebînin, di bin dirûşmeya: “Bi xêr hatin, dîrok û mîrata me ya kevnar vebînin”.
Ev çalakî di çarçoveya pîrozkirina Roja Cîhanî ya Mûzexaneyan de tê, ku her sal di 18’ê Gulanê de tê pîrozkirin, bi armanca ronîkirina rola mûzexaneyan di parastina mîrata mirovahîyê de û xurtkirina hişmendîya çandî û zanistî di nav civakan de.