SANA – Taybet
Di 30ê Nîsana borî de, lêkolîner û dîroknasê Kurd ê navdar Mihemed Reûf Tewekulî li bajarê Bane yê parêzgeha Kurdistanê ya Îranê koça dawî kir.
Tewekulî di sala 1930î de li bajarokê Bane ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li dibistanên wê qedandiye. Desthilatdarên Îranê di xortanîya wî de ji ber çalakîyên wî yên sîyasî ew sirgûnî bajarê Reyê kirin.
Di destpêka jîyana xwe de bi mamostetîyê re mijûl bû, paşê berê xwe da lêkolîna destnivîsên kevn di Pirtûkxaneya Niştimanî ya Tehranê de; wî gelek ji wan destnivîsan sax kirin û gelek pirtûk nivîsandin. Ya herî girîng pirtûka “Dîroka Tesewifê li Kurdistanê” ye, ku wekî jêdereke sereke li ser tevgera tesewifê ya Kurdî û navdartirîn kesayet û sembolên wê tê hesibandin.
Her wiha pirtûka wî ya bi navê “Çar Îmamên Ehlê Sune û Cemaetê” heye ku li Tehranê bi zimanê Farisî hatiye çapkirin. Wî hejmarek pirtûkên dîrokî yên girîng jî amade kirin, ji wan pirtûka “El-Hedîqe El-Nasirîye di Dîrok û Erdnîgarîya Kurdistanê de” ya dîroknas Elî Ekber Kurdistanî. Ev pirtûk ji alîyê nivîskarê Kurd ê Sûrî Jan Dost ve bo zimanê Erebî hat wergerandin û di sala 2003yan de ji alîyê weşanxaneya Aras ve li Hewlêrê hat weşandin.
Ji bo pirtûka xwe ya navdar “Dîroka Tesewifê li Kurdistanê”, Tewekulî serdana gelek welatên Rojhilata Navîn kir; çû Tirkîye, Sûrîye û Libnanê da ku li pey şopa sofîyan li wan welatan bigere.

