Parêzgeh-SANA
Civatên Xiristîyan ên ku Salnameya Rojavayî dişopînin, li parêzgehên Sûrîyê “Yekşema Şe’anînê” (Yekşema Çiqlan), salvegera ketina Hezretî Mesîh (s.x.l.) bo Qudsê, pîroz kirin.
Bi beşdarîya fermî û gelêrî ya berfireh, li Şam, Hims, Laziqîyê, Tertûs û Derayê, rêûresmên lavij û nimêjên olî bi serokatîya patrîk û metranan hatin lidarxistin.
Li Şamê, Patrîk Yûsif El-Ebsî û komek keşîşan li dêrên cuda serokatîya rêûresmên ayînî kirin û tekezî li ser nirxên biratîyê kirin.
Li Hims û Laziqîyê jî, dêr bi bawermendên ku çiqilên zeytûnê, pelên xurmeyan û mûm hilgirtibûn mişt bûn; ev kevneşopîyek e ku nîşana aştî û bereketê ye û rê li ber destpêkirina “Hefteya Êşan” vedike.


























