Şam-SANA
Nivîskar û Lêkolînerê Sûrî Ebdilqadir El-Casim di berhevoka xwe ya çîrokan a yekem bi navê El-Cenzîr “Zencîr” de, 30 çîrokên kurt pêşkêş dike ku li dor pirsên azadî, nasname, sirgûn û bîrewerîyê diçerxin.
Ew di van çîrokan de xwe dispêre hûrgilîyên jîyana rojane wekî dergehekî ji bo eşkerekirina veguherînên kûr ên ku civaka Sûrîyê di dehsalîyên dawî de tê re derbas bûye.
“Zencîr” di sernavê pirtûkê de semboleke wêjeyî ya tîr e ji bo têgeha qeydkirin û qedexekirina azadîyê, di heman demê de wateyên wê berfireh dibin da ku qeydên derûnî, civakî û sîyasî yên li pêşberî mirov li xwe bigire.
Azadî tewereke sereke ye ji bo çîrokan
Çîrokên vê berhevokê li ser çar tewerên sereke têne dabeşkirin: qonaxa berîya şoreşa Sûrîyê, hin bûyerên wê, ezmûnên penaberî û sirgûnê û têkilîyên civakî.
Her wiha sê çîrok li ser evînê wekî rûbereke mirovî li hemberî tundîyê hatine nivîsandin.
Di berhevokê de çîrokên li ser xalên kontrolê yên ewlehîyê yên serdema rejîma berê, pêkhateya civakî û krîzên wê hene.
Her wiha tekstên li ser ezmûna penaberî û xerîbîyê cih digirin, di heman demê de têkilîyên mirovî û hestyarî wekî berdewamîya mijara azadîyê xuya dibin.
Girewa li ser hûrgilîyên biçûk
Tekstên “Zencîr”ê ji bûyerên mezin bêtir xwe dispêrin wergirtina hûrgilîyên rojane. Ziman dibe hêmaneke sereke di avakirina wateyê de, di eynî demê de qerf û talî, realîzm û tinazî li cem hev in, da ku lawazîya mirov û tevlihevîya wî li hemberî veguherînan eşkere bikin.
Ceribandina binyada vegotinê
Di berhevokê de bala nivîskar li ser ceribandina hunerî derpêş dibe, bi rêya bikaranîna teknîkên metavegotin, paralelî, dubarekirin û hevbandorîya tekstan.
Her wiha sûdwergirtina ji dîmena tîr û zimanê helbestî, cihêrengîyekê dide avakirin û şêwazê, û qalibên klasîk di nivîsandina kurteçîrokê de dişikîne.
Xwendineke rexneyî
Helbestvan û Nivîskarê Sûrî We`d Xadirî di pêşgotina pirtûkê de dibîne ku Ebdilqadir El-Casim bi şîyaneke balkêş ji romanê derbasî çîroka kurt dibe.
Ew di wê bawerîyê de ye ku azadî benê ku hemû çîrokan bi hev ve girê dide ye, û sernavê “Zencîr”ê vê nerîna sembolîk kurt dike.
Derbarê nivîskar û pirtûkê de
Ebdulqadir El-Casim nivîskar û lêkolînerekî Sûrî ye ji bajarê Helebê, li Stenbolê dimîne û teza doktorayê di xebatên zimannasîyê de li Zanîngeha Helebê amade dike.
Berê du romanên wî bi navê “El-Heyle`î” (2022) û “Sebdela” (2025) derketine, ku romana “Sebdela”yê gihîşt lîsteya dirêj a Xelata Katarayê ya Romana Erebî di sala 2026an de.
“Zencîr” yekemîn pirtûka wî ya serbixwe di hunera kurteçîrokê de ye ku îsal (2026) ji alîyê Weşanxaneya Nerdê ve derketiye.