Iowa – SANA
Di encameke dîrokî de ku cara yekem e di asta Wîlayeta Michiganê de pêk tê, xwendekara ciwan a Kurd a Sûrî Behya Seyid Elî, karî pileya yekem û xelata zêrîn di pêşbirka wênekêşîyê de li ser asta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi dest bixe.
Ev serkeftin di çarçoveya “Qehremanîya Niştimanî ya Dadgehên Şanoyî ya Dibistanên Amadeyî” (National High School Mock Trial Championship – NHMTC) de hat, ku îsal li bajarê Des Moinesê li Wîlayeta Iowayê hat lidarxistin.

Behya Seyid Elî, bi serkeftina xwe ya li hember hunermendên herî jêhatî yên ji hemû eyaletên Amerîkayê, navê xwe wekî yekemîn xwendekar di dîroka Wîlayeta Michiganê de tomar kir ku karibe vê xelata niştimanî ya bilind di xêzkirina dadgehan de wergire. Ev yek nîşana behre û şîyana wê ya afirandina hunerî ye di bin zexta demê de û di nav atmosfereke hişk a dadgehan de.
Çîroka Serkeftinê: Ji Qamişlo ber bi Lûtkeyê ve
Behya ku bi koka xwe ji bajarê Qamişloyê yê Sûrîyê ye, di peywendîyeke de ji bo SANA Kurdî kêfxweşîya xwe ya mezin anî ziman. Wê dîyar kir ku ev serkeftin şanazîyek e ji bo gelê Kurd û welatê wê Sûrîyê.
Behya bi dilgermî behsa keda malbata xwe kir û got: “Ez bo vê serkeftinê, piştî Xwedê, deyndara dêya xwe me. Dêya min bi tenê ez mezin kirim û her dem pişta min digirt, piştî ku bavê min di destpêka şoreşa Sûrîyê de şehîd ket.” Wê destnîşan jî kir ku dêya wê sembola berxwedanê ye û ev xelat encama keda wê ya dûrdirêj e.

Serkeftina Behya Seyid Elî di medyaya Amerîkî û ya herêmî de dengvedaneke mezin dît û wekî mînaka serkeftina penaber û koçberên zîrek hat binavkirin.
Qehremanîya Niştimanî ya Dadgehên Şanoyî (NHMTC) yek ji girîngtirîn û kevntirîn pêşbirkên akademîk ên yasayî û hunerî li Amerîkayê ye. Ev şampîyonî di sala 1984an de li bajarê Des Moinesê hat damezrandin. Wekî dî jî, ji 84an ve heta wekû serkeftina Behya ya îsal 2026an, NHMTC çîroka serkeftina her yekî li websîta xwe dide belgekirin.
Beşa “Xêzkara Salonên Dadgehê” (Courtroom Artist) beşeke taybet e ku tê de hunermendên ciwan divê bi lez û bez dîmenên dadgehê û liv û tevgera parêzer û dadweran bi awayekî zindî xêz bikin, ji ber ku di gelek dadgehan de girtina wêneyan qedexe ye.