Şam-SANA
Yekîtîya Hunermendên Şêwekar li Sûrîyê bang li hemû hunermendên şêwekar ên Sûrî yên li derveyî welat dijîn û yên ku dixwazin bi Yekîtîyê re di peywendîyê de bin kir ku daneyên xwe ji Yekîtîyê re bişînin.
Serokê Yekîtîyê Mihemed Subhî El-Seyid Yehya di daxuyanîyekê de ji nûçegihana SANAyê re got: “Di çarçoveya xwesteka me ya berdewam de ji bo piştgirîkirina hunermendên şêwekar ên Sûrî yên li derveyî welatê xwe yê resen dijîn, û ji bo xurtkirina rêyên peywendîyê bi wan re, em tekezîyê li ser pêwîstîya pêkanîna amareke giştî ji bo hemû hunermendên endam û ne endam di Yekîtîyê de dikin.”
Ev pêngav di ronahîya tiştê ku di salên borî de li qada hunerî ya şêwekarîyê ya navxweyî de qewimîye tê, ku hejmarek hunermendên Sûrî welat bi cih hiştine ji ber sînordarkirina azadîyan di serdema desthilatdarîya rejîma berê de.