Şam-SANA
Komeleya Çandê ya Jinan li Şamê, semînerek li ser romana bi navê ″Emîret El-Zemen El-Cemîl″ anku ″Xatûna Serdema Xweş″a nivîskar Dr. Mihemed Emîn El-Eskerî, bi amadebûna nivîskarê romanê û komek ji rewşenbîran li dar xist.
Di semînerê de taybetmendîyên romanê hatin nirxandin, ku bi zimanekî pexşanî û helbestî hatiye nivîsandin. Romanê bîrdanka cih û demê li Şama kevn û taxa Ebû Rummanê zindî kiriye, her wiha bi şêwazekî dramatîk êşa dûrketin, sirgûn û cudabûna ji jîyana asayî anîne zima.
El-Eskerî dîyar kir ku bûyerên romanê di sala 1970yî de li Zanîngeha Şamê dest pê dikin û di nav qonaxên koçberkirina bi darê zorê, sirgûn û şerê bîrdankê bi demê re digere.
Nivîskar da zanîn ku kesayetîya “Emîra” sembola jinê ye ku ciwanî û payebilindîya exlaqî di kesayetîya xwe de dicivîne, li hemberî ciwanê zanîngehê yê xwedî hêvî û armanc. Her wiha tekez kir ku roman bîrdanka kesane û ya komelî belge dike û pirsên exlaqî li ser wefadarî û berpirsyarîya mirovî, di çarçoveya ezmûnekê de ku 55 salan dewam kiriye, derdixe pêş.




