Şam-SANA
Romana Ziwar El-Fecir (Serdankerên Berbangê) ya nivîskar Cemal El-Misalime, ku van rojan ji alîyê Weşanxaneya Nînewayê ya Lêkolîn, Weşan û Belavkirinê ve hatiye çapkirin, cihê xwe di nav “Wêjeya Zindanan” de digire.
Ev roman bi rêya pêkhateyeke romanvanî ya hunerî, qonaxekê ji dîroka nûjen a Sûrîyê vedibêje û şêwazên serkutkirin û zordarîyê û bandora wan li ser mirov û civakê eşkere dike.
Roman ji 138 rûpelan pêk tê û mijarên wekî girtin, windakirina bi darê zorê, dadgehkirinên sexte û şop û birînên ku di nav malbatên Sûrî de li pey xwe hiştine, tîne ser zimên.
Nivîskar tekez dike ku wî kesayet, bûyer û cihên romanê bi rêya xeyala xwe afirandine û her wekhevîyeke bi rastîyê re tenê di çarçoveya sêwirandina qonaxa dîrokî de ye.
Romana ku mekanîzmên zordestîyê eşkere dike
Nivîskar di romanê de wêneyê dîktator wekî navenda pergala sîyasî, ewlehî û ragihandinî xêz dike. Bi vê yekê jî nîşan dide ku vê pergalê hewl dida takekes veguherîne çavkanîya rewatîyê û wî bike semboleke di ser sazîyên dewletê re, li beramberî paşketina rola yasa û sazîyan.
Sazî di navbera jêhatîbûn û dûvelankîyê de
Roman gund fena nimûneyeke biçûk a civaka Sûrîyê û dibistanê jî nola sembola sazîyên dewletê digire dest. Romannivîs bi vê yekê hewl dide bandora girtina dûvelankîyê di ser jêhatîbûn û pisporîyê re raxe ber çavan.
Her wiha dîyar dike ka ev yek çawa bû sedema paşguhxistin, dûrxistin û koçberkirina kesên jêhatî li hemberî hilkişîn û derketina pêş a kesayetên keysbaz ku mifa ji binyata rejîma wê çaxê werdigirtin.
Zindan xewnên malbatan dadiqurtîne
Ezmûna girtinê mijara navendî ya romanê pêk tîne. Roman rêbazên îşkenceya sîstematîk û şantaj û gefxwarîya li dijî malbatên girtîyan belge dike.
Her wiha balê dikişîne ser dadgehkirinên sexte û cezayên tund derheqê girtîyan, azarên jinên girtî û wê xala reş a civakî ku pê re rû bi rû dimînin, tevî trajedîya zarokên ku xwe di nav gergerîneka girtin û windabûnê de didîtin.
Vegotin rûyên zordestîyê riswa dike
Wêjevan Cemal El-Misalime di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê destnîşan kir ku romana “Serdankerên Berbangê” ronahîyê dikişîne ser kesayetîya dîktator û belavbûna pençeşêrî ya dezgehên ewlehîyê yên ku seba “pîrozkirin”a dîktator, ji bo tepeserkirin û perçiqandina xelkê û kolekirina mirovan dihatin bikaranîn.