Şam – SANA
Pêşbirka Hevkarîya Xwandinê ya Erebî di ahenga dawîn a li Mala Operayê ya Şamê de, qehremanê werza xwe ya dehem li ser asta Sûrîyê xelat kir. Ev aheng bi amadebûna fermî ya Sûrî û Îmaratî hat lidarxistin, wek nirxandinekê ji bo beşdarîya Sûrîyê û rola wê di xurtkirina zimanê Erebî û çandê de.
Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko beşdarîya zêdetirî mîlyonek û 300 hezar xwendekarên kur û keç ji 6000 dibistanên Sûrîyê tekez kir, û dîyar kir ku ev daxwaz hişyarîya xwendekaran bi giringîya xwendinê û girîngîpêdan wezaretê ya ji bo piştgirîkirina jêhatîbûna zanistî û pêşxistina kesayetîyê nîşan dide.
Fewzan El-Xalidî, rêveberê îdareya bernameyan di Sazîya “Înîsîyatîfên Mihemed bin Raşid Al Mektûm ên Cîhanî” de, piştrast kir ku gera dehemîn beşdarîyeke dîrokî tomar kiriye ku ji 40 mîlyon xwendekarî ji 60 welatan û 138 hezar dibistanî derbas bûye. Di heman demê de, Balyozê Îmaratê Hemid bin Elwan El-Hebsî amaje bi wê yekê kir ku ev xelatkirin nirxandina Îmaratê ji bo hebûna çandî ya Sûrîyê nîşan dide.










