Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Hînkirinê Mihemed Ebdilrehman Tirko, îro Duşemê, tekezî li ser pêwîstîya lezandina temamkirina radestkirina pirtûkên dibistanê bo parêzgehan kir.
Tirko daxwaz kir ku dabeşkirin li gorî hewcedarîyên rastîn ên her parêzgehekê be, bi awayekî ku gihîştina pirtûkan bo dibistanan û dabînkirina pêdivîyên xwendekaran bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re misoger bibe.
Tirko di dema serdaneke çavdêrîyê de bo depoyên belavkirina pirtûkên dibistanan, ku tê de Cîgirê Wezîr ê Karûbarên Hînkirinê Ehmed El-Hesen jî amade bû, bal kişand ser pêwîstîya hevahengîya di navbera alîyên peywendîdar de; ev yek ji bo misogerkirina birêveçûna kar û rêgirtina li ber her kêmasîyekê di pirtûk û pêdivîyên belavkirinê de ye.
Her wiha Wezîr Tirko ji nêz ve rewşa embarkirin û belavkirinê, mekanîzma gihandina pirtûkan bo dibistanan û qonaxên amadekirin û komkirina pirtûkan li gorî tibabên dîyarkirî şopandin.
Navborî tekezî li ser pêwîstîya şopandina pêvajoyên barkirinê û piştrastbûna ji gihîştina pirtûkan bo dibistanan di dema guncaw de kir.
